Giliya têkildarî binpêkirina jiyana kesane ya daneyên Koçberiyê

Raborî

Di roja 10ê Sibata 2014an da, Wezareta Koçberî û parastina sînor (aniha Wezareta karên navxweyî) (Wezaret), bi şaştî raporeke girtinê li ser malpera xwe weşand ku têda lêzanînên kesane hebûn (Binpêkirina daneyan).

Ev rapor pêkhatî ji lêzanînên kesane yên tevahiya 9258 kesan bû ku di roja 31ê Çileya 2014an da di beşa girtinê ya Koçberiyê da bûn.

Di roja 30ê Tebaxa 2015an da, ji aliyê hemî kesên ku lêzanînên wan ji aliyê Wezaretê va bi şaşitî hatibû weşandin (Endamênm Komê), giliyek ji aliyê nûner va bo ofîsa Komîsiyonera Lêzanînan a Awstralyayê (OAIC) hat şandin. Di vê giliyê da ji Wezaretê hatiye daxwazkirin ku daxwaza lêborînê bike û berdêla ziyanê bide.

Di roja 9ê Sibata 2018an da, Şêwirmendê mafzan ê sereke yê nûnerê gilîker ji OAIC ra ragihand ku jêderka wan derbas bûye. Di roja 10ê Cotmeha 2018an da, Komîsiyoner biryar da ku nûnerê gilîkerê sereke digel (endamekî din ê komê) Nûnerê gilîker li gorî xala 38B (1) ji Qanûna Parastina Jiyana Kesane ya 1988an (Cth) (Qanûna Parastian Jiyana Kesane) were dewsgirtin. Slater û Gordon wek nûnerê gilîker tevdigerin. Lêzanînên têkildarî Slater û Gordon li ser malpera wan heye.

Di roja 24ê Çileya 2018an da, Komîsiyoner bi daxuyaniya (Daxuyanî) ragihand ku heke endamên vê komê bawer in ku di encama binpêkirina daneyan da tûşî ziyan û zirarê bûne û dixwazin bi awayekî bi potensiyel bikarin ji bo vê zirar û ziyanê berdêla ziyanê anku qerebûyê werbigirin, divê hin lêzanînan derbarê zirar û ziyana xwe heta saet 4:00 p.n (paşnîvro) ya roja 19ê Nîsana 2018an ji bo OAIC bişînin.

Moleta bersivdana bo daxuyaniyê heta 19ê Cotmeha 2018an hat dirêjkirin. OAIC di roja diyarkirî da moleteke zêdetir da hinek ji endamên komê û şandin heta roja 22ê Nîsana 2019an hat dirêjkirin.

Biryar

Di roja 11ê Çileya 2021ê da, Komîsiyoner li gorî xala 52 ji Qanûna Parastina Jiyana Kesane (Biryar) pesendnameyek derxist.

Biryarê diyar kir ku:

  • Di encama binpêkirina lêzanînan da, vê Wezaretê reftarek kiriye ku di jiyana taybet û xusûsî ya kesan da kêşe derketiye; û
  • Endamên komê ku gotinên xwe û /an şehediyên têkildarî zirar û ziyanê wek bersiva bo daxuyaniyê dane (Endamên beşdar ên komê) bi awayê ku Komîsiyoner diyar dike, dê berdêla ziyanê werbigirin.

Komîsiyoner diyar kir ku berdêla ziyanê li gorî destebendiyên ziyan û zirarê yên nivîsandî di cedwela jêrê (Cedwela 1) bo beşdarên komê dê were raberkirin.

Cedwela 1

Cedwela destebendiya zirar û ziyana endamên komê û qasa berdêla têkildar

Destebendiya zirara ne-aborî

+ zirara aborî

(zirara babet bi babet)

0

Kesî gotin û /anjî şehediyek neşadniye ku bikare zirar û ziyana ji ber binpêkirina daneyan biselimîne

 

1

Hêrsa gelemperî, tirs, nîgeranî an şerm, ji ber binpêkirina daneyan

 

2

Hêrsa navgîn, tirs, êş û renc, perîşanî an hesta heqaretê, ji ber binpêkirina daneyan, ku renge nîşaneyên pişkî yên fîziylojîkî weke bêxewî, an serêşê pêk bîne û bibe ssebeba pêkanîna şêwirînê digel pisporekî bijîşkiyê.

 

3

Hêrsbûn û bêhedariya giran a demdirêj, tirs, êş û renc, bêqerarî an hesta heqaretê, ji ber binpêkirina daneyan, ku renge ziyana rûhî an ziyana din pêk bîne, û renge bibe sebeba doreke dermên a destûrdayî ji aliyê bijîşkê gelemperî va

 

4

Pêkanîn an girankirina rewşeke têkildarî tendurustiyê di encama binpêkirina daneyan, ku bibe sebeba serlêdana li pisporê tendurustiya derûnî ji bo dermankirinê

 

5

Ziyan û zirara giran ji ber binpêkirina daneyan

 

Destebendiya zirara ne-aborî

Destebendiya 0: $0

Destebendiya 1: $500 - $4000

Destebendiya 2: $4001 - $8000

Destebendiya 3: $8001 - $12 000

Destebendiya 4: $12 001 - $20 000

Destebendiya 5: > $20,000

Cedwela 1 ji bo alîkariya bo hesabkirina qasa berdêla ziyanê ya têkildarî zirara aborî hatiye amadekirin. Armanca wê alîkariya ji bo hesabkirina zirara ji ber ziyana aborî nîne. Ziyana aborî bo endamên beşdar li komê tê raberkirin ku îdia kirine ku di encama binpêkirina daneyan da tûşî zirar û ziyana aborî bûne û şehediyek ji bo selimandina vê zirarê raber kirine. Zirara ji ber ziyana aborî bi awayê sînordar tê nirxandin.

Ev biryar pêvajoyekê diyar dike ku dema nirxandin û bidawîanîna îdiayên endamên beşdar ên komê ji bo cubrankirina zirar û ziyana ji ber binpêkirina daneyan, ji aliyê Wezaretê va tê şopandin.

Bi awayê kurt, ev pêvajo babetên jêrê digire ber xwe:

  • Wezaret qasa berdêla ziyanê ji bo her yek ji endamên beşdar ên komê li gorî babetên şandî û /anjî şehediyên têkildarî ziyan û zirara raberkirî û li gorî cedwela destebendiyê ya amadekirî ji bo nîşandana îdiayên endamên komê û alîkariya bo hesabkirina berdêlên ziyanê yên têkildarî zirarên ne-aborî diyar dike
  • Wezaret qasa pêşniyarîkirî ya berdêla ziyanê û şehediyên têkildarî endamên beşdar ên komê û nûnerên wan dinirxîne û daxwaza qebûlkirina asta ziyanê ji aliyê wan va dike
  • Heke Wezaret û endamên komê derbarê qasa berdêla ziyanê li hev nekin, renge Wezaret qasa berdêla ziyanê careke din binirxîne û daxwaza razîbûna endamên beşdar ên komê an nûnerê wan derbarê qasa berdêla ziyanê di nirxandina dubare da bike.
  • Heta wê radeyê ku du alî nekarin derbarê destebendiya cedwela ku endamên beşdar ên komê piştî nirxandina dubare ayîdî wê dibe, li hev bikin û belge û şehediyên raberkirî ji aliyê her yek ji terefan ji bo nêrînên cûrbecûr hebin, lêvegera zêdetir divê ji aliyê nirxandina pispor va pêk were, meger di babetên ku endamê beşdar ê Komê di heyama 28 rojan piştî wergirtina nirxandinê, anjî di heyama 28 rojan piştî wergirtina nirxandina dubare da (heke hebe) bersiva nirxandina xwe nedabe. Her wiha Wezaret dikare di her demekê da piştî nirxandina seretayî, mijarê ji bo nirxandina pispor vegerîne.

Komîsiyoner pereyê ku divê bide ji bo her cûre îdiayekê ku di dawiya pêvajoya çaresernebûyî da maye, dê ragihîne.

Komîsiyoner têgihîştiye ku endamên koma ku beriya dema diyarkirî gotin û /anjî şehediyan raberî OAIC nekin û dev ji vî karî ber nedane, neselimandine ku ji ber kêşe û nakokiya di jiyana xwe ya kesane da tûşî û ziyan û zirarê bûne, û ragihandiye ku pêkanîna kiryarên din derbarê wan kesan nemunasib e.

Pirsên nasyar

Ez piştrast nînim ku ev biryar ji bo min were sepandin an na

Heke ji nîveka şeva 31ê Çileya 2014an va di beşa girtinê ya Koçberiyê di welatê sereke yê Awstralyayê an Girava Kirîsmesê (Christmas Island) da bûyî û te betalkirina endamtiya di giliyê da ji aliyê nûner va nebijartiye, biryara têkildar te wek "Endamê Komê" digire ber xwe.

Endamên Komê, 5,867 kes ku di beşa girtina Koçberiyê da û cihên din ên girtinê (ji wan 3,967 kes di beşa girtina Koçberiyê da ya welatê sereke û 1,900 kes di beşa girtina Koçberiyê ya Girava Kirîsmesê da) her wiha 3,391 kesên ku di civata diyarkirina cihê mayînê da, li gorî nîveka şeva 31ê Çileya 2014an bûne, digire ber xwe.

Gelo divê berdêla ziyanê bo hemî endamên komê were dayînê?

Na.

Bo ew kesên ku gotinên xwe raber kirine û/anjî şehediyên wek bersiva bo daxuyaniyê raber kirine ku nîşan dide endamê komê di encama binpêkirina daneyan da tûşî ziyan û zirarê bûye, Bi şêwaza ku Komîsiyoner diyar dike, berdêla ziyanê tê dayînê.

Ew kesên endamê komê ku beriya moleta diyarkirî gotin û anjî şehediyên derbarê zirar û ziyanê raberî OAIC nekirine û dev ji vî karî bernedane, neselimandine ku ji ber destwerdana di jiyana wan a kesane da tûşî ziyan û zirarê bûne. Loma, berdêla ziyanê bo wan nayê dayînê.

Ez çawa dikarim têbigihêjim ku berdêla ziyanê bo min tê raberkirin?

Bo ew kesên ku gotinên xwe raber kirine û anjî şehediyên wek bersiva bo daxuyaniyê raber kirine ku nîşan dide endamê komê di encama binpêkirina daneyan da tûşî ziyan û zirarê bûye, Bi şêwaza ku Komîsiyoner diyar dike, berdêla ziyanê tê dayînê.

Heke tu yek ji endamên beşdar ên komê yî, Wezaret nameyekê ji bo te dişîne da ku derbarê nirxandina îdiaya te agahydar bike û derfetekê ji bo pejirandin an redkirina wan bide.

Heke tu piştrast nînî ku ji endamên komê yî ku biryar e bi rêbaza ku Komîsiyoner diyar dike berdêla ziyanê werbigire, dikarî bi OAIC ra bi rêya Emaila enquiries@oaic.gov.au bikevî têkiliyê.

Qonaxa din çî ye?

Heke tu yek ji endamên beşdar ên komê yî, qonaxa din ev e ku Wezaret ji bo raberkirina lêzanînên jêrê ji te ra nameyê binivîse:

  • Nirxandina wê ji destebendiya zirar û ziyana îdiayî ya te li gorî cedwela 1
  • Nirxandina wê ji qasa berdêla ziyanê ya ku dikare bide te ji bo ziyana ne aborî û / ankî aborî
  • Hegerên wê ji bo nirxandinê, û
  • Forma ku ji aliyê te va tê tijîkirin da ku erêkirin an dijayetiya te digel nirxandina komê nîşan bide.

Piştî wergirtina nirxandina Wezaretê, te yê 28 rojan derfet hebe ku bersiva nirxandinê bidî. Heke te hewcetî bi demeke zêdetir ji bo nirxandinê heye, ji kerema xwe digel Wezaretê bikeve têkiliyê da ku daxwaza demeke zêdetir bikî.

Heke ez nirxandina Wezaretê bipejirînim çi?

Heke nirxandina Wezaretê derbarê berdêla ziyanê ya îdiakirî ya xwe dipejirînî, forma bersivê ya raberkirî ji aliyê Wezaretê va hevrê digel nirxandinê tijî bike. Di forma bersivê da divê ji Wezaretê ra ragihînî ku nirxandinê dipejirînî, di vê rewşê da Wezaret dê di heyama maqûl da pereyê lihevkirî yê berdêla ziyanê veguhezîne hesaba te ya bankî ya raberkirî. Bi awayê giştî, girêdayî bi Medicare derbarê her cûre sozên lêvegerandina pere, heke pêwîst bike, ev yek di heyama 14 rojan piştî lihevkirinê da dê pêk were.

Sozên lêvegerandina pere û ragihandina derbarê hinek ji xizmetên pîşeyî ku raberî te hatine kirin, lê ji aliyê Medicare va hatine raberkirin, pêk tê. Lêzanînên zêdetir li jêrê hatine raberkirin. Dayîna berdêla ziyanê renge li ser dayînên wergirtî yên Centrelink bandorê bikin.

Tu divê forma bersivê heta 28 rojan piştî wergirtina nirxandina Wezaretê, bişînî Wezaretê.

Heke ez li dijî nirxnadina Wezaretê bim, dê çi bibe?

Heke tu li dijî nirxnadina Wezaretê têkildarî berdêla îdiayî ya xwe yî, divê forma bersivê ya raberkirî ji aliyê Wezaretê va tijî bikî da ku diyar bikî ku nirxandinê napejirînî. Tu divê forma bersivê heta 28 rojan piştî wergirtina nirxandina Wezaretê, bişînî Wezaretê.

Di pirraniyua babetan da, Wezaret îdiaya berdêla ziyanê ya te ji nû va dinirxîne û derfeta din ji bo pejirandin an nepejirandina nirxandina dubare ya wan dide te. Di hin babetan da, Wezaret renge biryarê bide ku îdiaya te dewsa nirxandina dubare, vegerîne nirxandina pispor. Piştî wergirtina nirxandina dubare ya Wezaretê, te 28 rojên din derfet heye ku wê bipejirînî an nepejirînî. Heke dîsa te hewcetî bi demeke zêdetir ji bo nirxandina dubare heye, ji kerema xwe digel Wezaretê bikeve têkiliyê da ku demeke zêdetir daxwaz bikî.

Eger nirxandina dubare ya Wezaretê ji ber vê hegerê nepejirînî ku li dijî destebendiya heyî li cedwela ku pêva hatiyî girêdanî, û şehediyên têkildarî nêrînên cûrbecûr ji aliyê du aliyan va hatibin raberkirin, dikarî bi rêya nirxandina pispor, gotinên zêdetir raber bikî. Di hin babetan da, renge Wezaret biryarê bide ku îdiaya te dewsa nirxandina dubare, bo nirxandina pispor vegerîne.

Heke ez bersiva Wezaretê an nirxandina dubare nedim, dê çi bibe?

Heke her cûre dirêjkirina moletê were ragihandin, heke di heyama 28 rojan piştî wergirtina nirxandinê da, bersiva nirxandina Wezaretê nedî, an di heyama 28 rojan piştî wergirtina nirxandina dubare da, bersiva nirxandina dubare ya Wezaretê (heke hebe) nedî, Wezaret dê ji OAIC ra ragihîne ku te bersivek nedaye û Komîsiyoner derheqê ragihandina qasa berdêla ziyanê ya têkildarî îdiaya te bikeve tevgerê.

Nirxandina pispor çî ye?

Nirxandina pispor pêkhatî ji kesekî sêyem ê serbixwe ye ku nirxandinê pêk tîne. Pispor bi bikaranîna pisportî û zanista xwe nirxandinê li gorî şehediyên raberkirî ji aliyê du aliyan va pêk tîne.

Çawa pispor tên bijartin?

Ev pispor dê serbixwe û xwedan hêjatî û tecrubeya munasib ji bo pêkanîna erka diyarkirî, hema wisa ku ji aliyê OAIC va hatiye diyarkirin, bin.

Pispor ji aliyê Wezaret û Slater û Gordon va (bi giştî du alî) tên bijartin. Dema ku du aliyan derbarê pisporan biryar dan, du alî dê navên pisporan, hûrgiliyên raboriyan, hêjatî û tecrubeyan û şiroveyeke kurt derbarê hegera munasibbûna wan ji bo piştrastkirina lêzanînan bidin ber destê OAIC.

Pispor çawa nirxnadina xwe pêk tînin?

Pispor tewsiye û pêşniyarên xwe li gorî pîvanên nirxnadina zirara aborî û ne aborî ya raberkirî di biryara Komîsiyoner a heyî li vir raber dikin.

Pispor pereyekî ji bo zirarên aborî û /anjî ne aborî yên îdiakirî ji aliyê endamê beşdarê komê va diyar dike. Pispor qasa pere ji bo zirarên aborî û /anjî ne aborî li gorî cedwela 1 a li jorê diyar dike.

Cedwela 1 ji bo alîkariya bo hesabkirina qasa berdêla ziyanê ya têkildarî zirara aborî hatiye amadekirin. Armanca wê alîkariya ji bo hesabkirina zirara ji ber ziyana aborî nîne. Zirarên ji ber ziyana aborî bi awayê babetî tên nirxandin.

Pêvajoya nirxandina pispor bi awayê nivîskî pêk tê. Pispor li gorî babetên jêrê, pereyê pêşniyarkirî ji bo dayîna bo endamê beşdar ê komê di nirxandinê da radigihîne:

  • gotin û / anjî şehediyên têkildarî zirar û ziyana raberkirî ji aliyê endamê beşdar ê komê bo OAIC beriya moleta diyarkirî di daxuyaniyê da
  • Nirxandina Wezaretê û hegerên wê
  • Nirxandina dubare ya Wezaretê (heke hebe) û hegerên wê
  • Her cûre lêzanînên heyî li forma (formên) bersivê ya/yên endamê beşdar li komê.

Pispor tewsiye û hegerên xwe yên têkildar rasterast bo OAIC raber dike û kopyaya wê dide du aliyan.

Gelo dê derfetek bo min bê dayînê ku heta pêş an piştî nirxandina wan, şehedî an gotinên zêdetir raberî pispor bikim?

Na.

Du aliyan dê derfeta xwe tunebe ku gotin an şehediyên zêdetir bi awayê devkî an nivîskî bidin pispor.

Gelo nirxandina pispor pêwîstî bi cihanînê heye?

Na.

Nirxandin wek tewsiye û pêşniyareke bibandor be û ji bo du aliyan dê pêwîstiya cihanînê tunebe.

Gelo dê derfetek bo min were dayînê ku nirxandina pispor red an qebûl bikim?

Belê.

Tu mafek ji bo raberkirina gotin an şehediyan ji bo bersivdana bo nirxandina pispor tunebe. Tevî vê yekê, te yê ev derfet hebe ku nirxandina pispor bipejirînî an red bikî.

Heke nirxandina pispor bipejriînim dê çi bibe?

Heke tu nirxandina pispor dipejirînî, divê razîbûna xwe ji Wezaretê ra ragihînî. Heke Wezaret jî nirxandinê bipejirîne, di heyameke demî ya beraqil da pereyê lihevkirî yê berdêla ziyanê dê bide te. Bi awayê giştî, girêdayî bi Medicare derbarê her cûre sozên lêvegerandina pere, heke pêwîst bike, ev yek di heyama 14 rojan piştî lihevkirinê dê pêk were.

Sozên lêvegerandina pere û ragihandina derbarê hinek ji xizmetên pîşeyî ku raberî te hatine kirin, lê ji aliyê Medicare va hatine raberkirin, pêk tê. Lêzanînên zêdetir li jêrê hatine raberkirin.

Heke ez anjî Wezaret nirxandina pispor nepejirînin, çi dê bibe?

Heke tu nirxandina pispor têkildarî daxwaza xwe napejirînî, divê dijayetiya xwe ji Komîsiyoner ra bibêjî. Piştra, renge Wezaret nirxandina pispor derbarê daxwaza te nepejirîne. Di her du haletan da, Komîsiyoner qasa berdêla ziyanê ya têkildarî îdiaya te dê diyar bike. Ev yek di dema herî lez da, lê herîpirr heta 12 mehan piştî roja biryardanê biqewime.

Piştî ragihandina biryarê, Wezaret dê qasa berdêla ziyanê ya diyarkirî ji aliyê Komîsiyoner va di heyama demî ya beraqil bide te. Bi giştî, girêdayî bi piştrastkirina Medicare derbarê her cûre sozên lêvegerandinê, ev yek di heyama 14 rojan piştî haydarbûna ji biryarê da diqewime.

Rola nûnerê gilîker çî ye?

Nûnerê gilîker, giliya têkildarî jiyana xusûsî dê wek nûnerê endamên Komê bide OAIC û nûnerê berjewendiyên endamên Komê be. Slater û Gordon wek nûnerê gilîker tevdigerin.

Di halekî da ku bi giştî nûnerê gilîker di pêvajoya rêveberiya daxwazên endamên komê da, wek bijartina pispor(an) digel Wezaretê û alîkariya bidawîkirina danûstandina nivîskî ya mînak bi endamên beşdar ên komê, hevkarî kiriye û dê bike, tu rolek di çareserkirina her yek ji daxwazan tuneye.

Rola Wezaretê çî ye?

Rola Wezaretê ev e ku:

  • Binirxîne ku ev daxwaz, di kîjan destebendiya zirar û ziyanê di cedwela 1 da cih digire
  • Qasa berdêla ziyanê ji bo daxwazê pêşniyar bike
  • Derbarê qasa berdêla ziyanê digel her yek ji endamên beşdar ên komê li hev bike
  • Heke bixwaze, nirxandina dubare ji bo daxwaza kêşeliser pêk bîne
  • Pispor(an) bi nûnertiya gilîker bibijêre û pipsor(an) ji bo piştrastkirinê raberî komîsiyoner bike
  • Di rewşa taybet da, beşdarî nirxandina pispor digel endamê komê bibe
  • Têkildarî daxwazên ku çaresernebûyî mane, OAIC'yê rênimayî bike.

Rola Komîsiyoner çî ye?

Komîsiyoner pêvajoyê dê binirxîne û qasa pereyê berdêla ziyanê ji bo her cûre îdiaya ku di dawiyê da çaresernekirî maye, diyar bike.

Di çavdêriya li ser pêvajoyê da, Komîsiyoner dikare destûrkarên din (heke hebin) raber bike, ji ber ku fikir dike ev babet têkildarî şêwaza diyarkirina hêjatiya endamê beşdar ê komê ji bo dayîna li gorî biryarê anjî şêwaza diyarkirina her cûra nakokiyên derbarê hêjatiya endamê beşdar ê komê ji bo raberkirina pere, edlane ye.

Çawa wergirtina sûd û serpişkiyên Medicare di raborî da li ser dayîna berdêla ziyanê bandorê dike

Sozên lêvegerandin û haydarkirin derbarê hin xizmetên pîşeyî ku raberî te hatine kirin, lê mesrefa wan ji aliyê Medicare va hatine raberkirin, pêk tê.

Heke qasa berdêla ziyanê ya raberkirî bo te di encama binpêkirina daneyan zêdetir ji $5,000 be û tu xwediyê karta Medicare bî, beriya dayîna her cûre berdêla ziyanê bo te, divê ku daxuyaniya sûd û serpişkiyên raborî ji Medicare daxwaz bikî. Yekem pêngav di daxwazkirina daxuyaniya sûdên bihurî da, daxwaza daxuyaniya raboriyên Medicare (Medicare History Statement) e. Bi serlêdana li malpera jêrê tu dikarî daxuyaniyua raboriyên Medicare daxwaz bikî https://www.servicesaustralia.gov.au/individuals/forms/mo026.

Gelo dayîna berdêla ziyanê li ser Centrelink a min bandorê bike?

Dayîna berdêla ziyanê bo te renge li ser her cûre pereyê wergirtî ya te ji Centrelinkê bandorê bike. Heke pereyê Centrelink werdigirî,. Divê bi riya hejmara 1800 777 653 an 131202 (Xizmetên telefonî yên pirrzimanî) digel Centrelink bikevî têkiliyê da ku derbarê her cûre bandora li ser rewşa xwe ya kesane biaxivî.

Ez ji ku dikarim alîkariya bêpere werbigirim?

Heke tu li Victoria dijî:

Beşa mafdarî ya Penaberan

MAIL: refugeelegal@refugeelegal.org.au

Telefon: (03) 9413 0100

Çarşemî an Înî

10 b.n heta 2 p.n

Navenda Çavkaniyên Penaxwazan (Asylum Seeker Resource Centre)

EMAIL: legal_triage@asrc.org.au

Telefon: (03) 9274 9827

Duşemî an jî Pêncşemî

2 p.n heta 4 p.n

Anjî

Heke tu li New South Wales û anjî kewşena paytextî ya Awstralyayê Australian Capital Territory dijî an heke tu li beşa girtinê ya Queenslandê yî:

Kompaniya Xizmetên Penabertî û Şêwirînê ya Penaberan (Awstralya).

EMAIL: admin@racs.org.au

Telefon: (02) 8355 7227

Heke tu li Awstralyaya Başûr (South Australia) anjî li Tasmania dijî:

Beşa mafdarî ya Penaberan

MAIL: refugeelegal@refugeelegal.org.au

Telefon: (03) 9413 0100

Çarşemî an Înî

10 b.n heta 2 p.n

Heke tu li Kewşena Bakur (Northern Territory) dijî:

Beşa mafdarî ya Penaberan

MAIL: refugeelegal@refugeelegal.org.au

Telefon: (03) 9413 0100

Çarşemî an Înî

10 b.n heta 2 p.n

Anjî

Kompaniya Xizmetên Penabertî û Şêwirînê ya Penaberan (Awstralya).

EMAIL: admin@racs.org.au

Telefon: (02) 8355 7227

Heke tu li Awstralyaya Rojava (Western Australia) dijî:

Beşa mafdarî ya Penaberan

MAIL: refugeelegal@refugeelegal.org.au

Telefon: (03) 9413 0100

Çarşemî an Înî

10 b.n heta 2 p.n

Beşa mafdarî ya Civakê (Circle Green Community Legal)

EMAIL: migration@circlegreen.org.au

Telefon: (08) 6148 3636

Bi awayê amadebûn

Sêşemî tenê navbera saet 2-5 p.n li

Navenda Penaxwazan (Asylum Seeker Hub)

Riverview Church

1 Thorogood Street

Burswood WA 6100

Anjî

Heke tu li Awstralyayê girtî yî:

Navenda Çavkaniyên Penaxwazan (Asylum Seeker Resource Centre)

EMAIL: legal_triage@asrc.org.au

Telefon: (03) 9274 9827

Duşemî an jî Pêncşemî

2 p.n heta 4 p.n

Heke tu li Queenslandê dijî an jî heke rêxistinên navbirî li jorê nikarin bersiva pirsên te bidin, dikarî digel babetên jêrê bikevî têkiliyê:

Parêzerên Slater û Gordon (Slater and Gordon Lawyers)

EMAIL: databreach@slatergordon.com.au

Telefon: (03) 9602 8658

Lêzanînên zêdetir

Heke di vî warî da pirseke te ya din heye, dikarî bi rêya şandina Emailê bo adresa enquiries@oaic.gov.au digel OAIC bikevî têkiliyê.

Heke te bi alîkariya OAIC hewcetî bi zimanekî din ji bilî Inglîzî heye, ji kerema xwe bi riya hejmara 131 450 digel xizmetên wergerandina nivîskî û hevdem bikeve têkiliyê û piştra daxwaza hejmara 1300 363 992 bike. Di dema niha da OAIC rojên Sêşemî, Çarşemî û Pêncşemiyê ji saet 10 b.n (beriya Nîvro) heta 4 p.n pirsên telefonî dibersivîne.

Alîkarî di wergerandina bi awayê belaş da

Ev Wezaret rêbazekê amade dike ku tevahiya nivîs û danûstandinên xwe yên nivîskî bi zimanek ji 20 zimanên hilêxistî li jêrê bên wergerandin. Di destpêkê da, Wezaret digel te dikeve têkiliyê û ji te dixwaze ku diyar bikî ku gelo dixwazî têkiliyan bi zimanekî ji bilî Inglîzî werbigirî an na.

Her wiha Wezaret amadekariyekê dike ku her cûre lêzanînên ku tu bi yek ji zimanên jêrê dişînî, bi Inglîzî bên wergerandin.

Wezaret mesrefa van xizmetên wergerandinê dê bigire ustiyê xwe.